9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Şandeke liqê Yek serdana Bizava Goran li Dihokê kir

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Duh roja sêşema (7 /1 /2014 ) şandeke mekteba peywendiyan ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bi serberştiya birêz (Dr. Newzad Ebdulla) kargêrê liqê Yek û berpirsê mekteba peywendiyan liqê , seredana mekoya Bizava Goran li Dihokê kirin û ji aliyê birêz (Casim Mihemed Kocer) berpirsê mekoya Dihokê ve bi germî hatine pêşwazî kirin.


Di vê seredanê de birêz (Dr. Newzad Ebdulla) kargêrê liqî 1 germtirîn pîrozbahî arasteyî Bizava Goran kirin bi merema encam dana kungireyî niştîmanî û behsê pêkînana kabîneya nû ya hikûmetê û rewşa Iraqê û herêmê kirin.


Li dawiyê herdu aliya tekez li ser bi hêzkirina peywendiyên duqulî kirin û hêvî xwastin hemî ol û netewe lo Kurdistanê bi aramî bijîn.

Nûçeyên têkildar