Berpirsê liqê 18 yê PDKê pêşwaziya hijmareka kesayetiyên deverê kir

Amêdiyê-KDP.info/ Duh Ferîq Farûq berpirsê liqê 18 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Amêdiyê pêşwaziya hijmareka kesayetî û rîhsipiyên deverê kir.
Di rûniştinekê de zêdebarî bi xêrhatinê berpirsê liqê 18 behsê rewşa îro ya herêma kurdistanê û ew pêş veçûna di hemû biyavên jiyanê de peyda bûy de kir û ev çende jî bo xemxurî û bizavên serkirdayetiya Kurdistanê vegerand ku bi siyaseteke hekîmane serederiyê digel hemû rewşa de dike.
Di tewerekê dî de berpirsê liqê 18 amaje bi kar û pirojên xizmetguzarî yên hikûmeta herêma kurdistanê da yên jibo xweşkirina jîn û jiyara welatiyan têne bicih anîn w eve jî bi erkê dam û dezgehên peywendîdar zanî çunke her xizmeteka bo vî milletî bê kirin jiber qurbaniyên ku danê her ya kême.
Piştire berpirsê liqê 18 Ferîq Farûq guhdariya kêm û kasî û daxwaziyên berhevbûyan kir û hemû bi tştekê rewa zanîn û soz da ya di şiyan da be bi rêya liqê bigehîne cihên şulejê bo bihêne bicih anîn.
Li dawiyê berpirsê liqê 18 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê piştevaniya liqê bo her harîkariyekê diyarkir




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)