9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Liqê Yek hatina sersala nû li tevahiya xelkê Kurdistanê pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Bi helkefta hatina sala nû liqê 1 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Dihokê biruskeka pîrozbahiyê belavkiriye û têda hatiye:

 Bi helkefta ser sala nû ya zayînî û hatina saleke nû bi navê liqê 1 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî sercem xelkê kurdistanê û cîhanê bi giştî û Dihokê bi taybetî dikin, ji xwedê mezin dixwazin sala nû bibe sala xêr û bereketê bo milletê me û bi dilekî tije hêvî û omêd pêşwaziyê li sala nû bikin.

Hêviya me ewe ev sale bibe handerek bo bêtir bihêzkirina giyanê pêkvejiyan û lêburînê di nav hemû pêkhatên milletê me de û pêkve xizmetê bikin bo bêtir bi destve anîna hemû mafên rewayên milletê kurdistanê.

Herwiha hêvîdarin di sala bê de hemû hêvî û omêdên milletê me bicih bên û dûr ji her zordariyekê û millet û welatê me bi serferazî bijî. Dîsa sala nû ya zayînî li we pîrozbî.

Liqê Yek yê Partiya Demokrat a Kurdistanê

 

Nûçeyên têkildar