Liqê 18 hatina sersala nû li tevahiya xelkê Kurdistanê pîroz kir

Amêdiyê-KDP.info/ Bi helkefta hatina sala nû liqê 18 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Amêdiyê biruskeka pîrozbahiyê belavkiriye û têda hatiye:
Bi helkefta ser sala nû ya zayînî û hatina saleke nû bi navê liqê 18 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî sercem xelkê kurdistanê û cîhanê bi giştî û qeza Amêdiyê bi taybetî dikin, ji xwedê mezin dixwazin sala nû bibe sala xêr û bereketê bo milletê me û bi dilekî tije hêvî û omêd pêşwaziyê li sala nû bikin.
Hêviya me ewe ev sale bibe handerek bo bêtir bihêzkirina giyanê pêkvejiyan û lêburînê di nav hemû pêkhatên milletê me de û pêkve xizmetê bikin bo bêtir bi destve anîna hemû mafên rewayên milletê kurdistanê.
Herwiha hêvîdarin di sala bê de hemû hêvî û omêdên milletê me bicih bên û dûr ji her zordariyekê û millet û welatê me bi serferazî bijî. Dîsa sala nû ya zayînî li we pîrozbî.
Liqê 18 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Amêdiyê




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)