9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Hêvîxwazin roja sêdaredana Sedam bibe roja binbirkirina binemayên sitem û zordariyê

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Li serdemê‌ rejîma Be'sa rûxayî xelkê‌ Iraqê‌ di kawdanên pir tirajîdî de dijiyan, û gelên Iraqê‌ bi taybet gelê‌ Kurdistanê‌ rastî mezntirîn meynet û karesatên bê‌ wêne di dîroka mirovayetiyê‌ de bûne, ji kîmiya baran û Enfalkirin û cînusayd û kavlkirin û siyasiyetên şofînî yên te'rîb kirin û dijî azadî û mafên mirovan, û şerên nerewa digel welatên Êran û Kuwêt û hevpeymaniyên nîvdewletî.


Sêdaredana Sedam Hisên diktatorê‌ çerxê‌ bîstê‌ piştî dadgehkirneka bê‌ wêne û dadperwerane, bi dawî anîna Iraqeka diktatorî û merkezî û takrewî bû, û destpêkek bû bo avakirna Iraqeka fîdral û dîmokrasî û perlemanî.


Di vê‌ rojê‌ de pîrozbahiyan li tevaya kes û karên şehîdan û qurbaniyên siyasetên dûr ji binemayên mirovayetiyê‌ yên rejîma Be'sa bin gor dikin û dakukiyê‌ dikin ku herêma kurdistanê‌ berev paşve naçe û dûpat dikin bi hîç rengekî dest ji mafên rewayên yên gelê‌ xwe bernadin.


Hêvîxwazin roja sêdaredana Sedamê‌ diktator bibe roja binbirkirina binemayên sitem û zordariyê‌ û bibe roja pêgve jiyana tebayî û azadiya gelê‌ Iraqê‌ û Kurdistanê‌.


Liqê‌ Yek
Partiya Demokrat a Kurdistanê
29/12/2013

Nûçeyên têkildar