Berpirsê liqê 20 yê PDKê hat xelat kirin

Şêxan-KDP.info/ Ji bo beriz ragirtin û sipasîkirin û rêzgirtina rulê Elî Ewnî endamê encûmenê serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û berpirsê liqê 20 yê Şêxan û piştevaniya wî ya berdewam bo Yekîtiya Zanayan Olî li devera Şêxan û hewlên wî yên berdewam bo bêtir xurtkirina pêgvejiyana pêkhatên devera Şêxan û devera pêgvejiyanê, duh roja (29\12\2013) ê, şandeke bo Yekîtiya Zanayan Olê Islamê bserperiştiya mamosta mela (Ebdî Berekat) berpirsê liqa Şêxan ya bo Yekîtiya Zanayan Olî seredana baregayê liqê 20 yê Şêxan kirin û ji aliyê berpirsê liqê ve bi germî hatine pêşwazî kirin, paşan behsê çendîn babetên giring û pêtvî bo devera Şêxan hate kirin.
Piştre diyariya rêzlênanê û dest xweşiya mekteba tenfîzî ya bo Yekîtiya Zanayan Olîê Islamê li kurdistanê pêşkêşî berpirsê liqê bîst kirin ji ber piştevaniya liqa bîst ya berdewam bo liqê Şêxan ya Yekîtiya Zanayan Olîê Islamê li kurdistanê.
Hêjayî gotinê ye ku, ev cende jî bibû cihê dilxweşiya berpirsê liqê 20 yê Şêxanê û cenabê wî jî birêz ve ev diyariye wergirt û sipasiya wan kir û daxwaza serkeftinê bo hevalên liqê Şêxan ya Yekîtiya Zanayan xwazt.




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)