Berbirsê liqê 17 yê PDKê digel lijnên nawçên Partî yên deverê civiya

Şingal-KDP.info/ Duh Serbest Babîrî berpirsê liqê 17 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Şingalê bi merema xwe berhevkirinê bo helbijartinên perlemanê Iraqê bi berhevbûna berpirsê nivîsîngeha helbijartinên liqê kumbunek digel lijnên nawçên partî yên deverê girêda û têde behsa giringiya helbijartinên perlemanê Iraqê û çawaniya pişkdarîkirnê di wan helbijartinan de kir û amaje bi berbjarên xudan şiyan da ku cihê baweriya xelkê bin û bo xizmeta giştî karbikin.
Di tewerekê dî de behsa helbijartinên perlemanê Iraqê bo deverên kurdistanî yên dervey herêma Kurdistanê kir û bi helbijartinên çarenivîssaz li qelem dan çunke dê rêja dirustî ya Kurdan li parêzgeha Mûsil diyarbe bo hindê bişên li dûv de destur û qanunê hemû mafên xwe yên rewa bidest ve bînin, û li dawiyê berhevbûyan bîrubuçunên xwe berçavkirin




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)