9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Berpirsê liqê 20 yê PDKê pêşwaziya şandekê liqê 9 kir

Çavkanî: KDP.info

Şêxan-KDP.info/ Şandeke liqê 9 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Akirê bi serokatiya kargêrê liqê Ebidula Iliyas û bi amadebûna raid Azad peyvdarê fermî yê ragehandina rêveberiya hatin û çûna parêzgeha Dihokê seredana liqê 20 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Şêxan kirin û ji aliyê berpirsê liqê 20 Elî Ewnî ve hatine pêşwazîkirin.


Di wê hevdîtinê de li ser rewşa Iraqê bi giştî û zêde bûna kiriyarên tîrorstî nexasme li parêzgeha Mûsilê û giringiya parastina deverên Kurdistanê yên dervey herêma kurdistanê ji kiriyarên tîrorstî behs jê hate kirin.

 

Herwiha rewşa devera Şêxan pişkeka dî ya wê hevdîtinê bû û pirsa pêkvejiyana hemû pêkhatên deverê ji birayên Êzdî û Islam û birayên mesîhî û parastina vê rewşê û pêşkêşkirina xizmetguzariyan bo hemû pêkhatan bê cudahî gengeşe li ser hate kirin.

Nûçeyên têkildar