Avakirina binemayên Dewleta Kurdî bo karmendên saxlemiyê hat behs kirin

Dihok-KDP.info/ Duh Mustefa Hîro berpirsê lijna nawça Aştî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê kombûneka berfireh digel karmendên saxlemiya parêzgeha Dihokê sazkir û têda durên 150 karmendan beşdarbibin.
Di vê kombûnê de berpirsê lijnê behsê dest û darê deverê ne xasme nûtirîn pêşdaçûnên siyasî li cîhanê û dewletên eqlîmî û Iraq û herêma kurdistanê û çawaniya pêkînana hikumraniyê û binemayên serkiyên avakirina Dewleta Kurdî û çawaniya xwe berhevkirina milletê kurd ji bo hingavtina armancên netewayetî hate kirin.
Dîsan di tewerekê dî de yê kombûna wî ya girêdayê bû bi pêkînana kabîna 8 bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî û pêdagiriya wî ji bo beşdariya hemû layenên siyasiyên Kurdistanê di kabîna nû de.
Li dawiyê de danustan di navbera karmend û berpirsê lijna Aştî hate kirin û karmendên saxlemiyê daxwaz kirin ku ev cure kombûne berdewam bin




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)