9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Elî Ewnî serdana mala Mîr Tehsîn Beg mîrî Êzdiyan kir

Çavkanî: KDP.info

Şêxan-KDP.info/ Bi helkefta hatina cejna rojên xuşk û birayên Êzdî û ji bo pîrozbahî kirina cejna wana, Elî Ewnî berpirsê liqê 20 yê Şêxan û bi yaweriya şandekî nawca Şêxan û hijmareka kesayetî û bira mezin û zilam û maqulên muslman yên devera Şêxan jî li gelda li sentera qeza Şêxan û nahiya Baedrê seredana mala "Mîr Tehsîn Beg" mîrê Êzdiyên kurdistanê û Iraqê û cîhanê kirin paşan serdana malên jimareka zora kesayetî û hejar û muxtar û bira mezin û xelkê cura û curê birayên Êzdî kirin bi merema pîrozbahiya cejna roiyên wan û bi cuda cuda ev cejne li birayên Êzdî pîroz kirin.

Li dawiyê de hêvî xwast û daxwaz kirin ev cejne û her sal bi aramî û xweşî bihê gêran.

 

Nûçeyên têkildar