9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Bi amadebûna perpirsê liqê 2 Roja Ala Kurdistanê li Keleha Hewlêrê hat pîrozkirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Wek hemû bajar û bajarokên din ên Kurdistanê li Keleha Hewlêrê 17’ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê hat pîroz kirin.

 Di merasîmekê de û Bi amadebûna perpirsê liqê 2 Elî Husên û Newzad Hadî parêzgarê Hewlêrê û hûnermend Şivan Perwer û gelek hevwelatî, karmend û berpirsên hikûmî û hizbî amade bûn, 17’ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê li Keleha Hewlêrê hat pîrozkirin.

 Di merasîmê de hinek gotar hatin xwendin û di wan gotaran de behsa nirx û girîngiya alê bo miletan hat kirin. Hevwelatiya bi dilekê xweş û govend gerandin û kêfxweşiya xwe anîn ziman ku Parlamentoya Kurdistanê rojek bo alê diyar kiriye.

 Hêjayê gotinê ye Parlamentoya Kurdistanê sala 2009’ê bi awayekî fermî roja 17’ê Kanûnê wek roja Ala Kurdistanê diyar kir. Di vê rojê de gelek çalakiyên cor bi cor tên kirin û gelek fermanber û xwendekar bi cilên Kurdî diçin dewamê.

Nûçeyên têkildar