Elî Ewnî serdana baregayê Encûmena Afretên qeza Şêxanê kir

Şêxan-KDP.info/ Bi helkefta bîreweriya 61 saliya damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê û ji bo pîrozbahî kirina salvegera wan, şandekê liqê 20 Şêxan bi serperştiya rêzdar (Elî Ewnî) berpirsê liqê serdana baregayê Encûmena qeza Şêxan yê Yekîtiya Afretên Kurdistanê kir û bi germî ji aliyê berpirs û kadirên Encûmenê ve hatine pêşwazî kirin.
Di rûniştinekê de berpirsê liqê pîrozbahiyên liqê arastey wan kirin piştre şandê liqê û qayimqamê Şêxanê bi yaweriya hejimareka rêveber û fermanberên dam û dezgayên mîrî û qutabiyan û lawan û hijmareke zora afretên ser bi encûmenê navbirî ve li hola Lalş dû li senterê qeza Şêxan salroja damezrandina afretan saxkirine ve bi govend û dîlan û hozan xwendin.
Hêjayî gotinê ye, ku ev çalakiye ji aliyê encûmenê qeza Şêxan yê Yekîtiya Afretan ve hate sazdan û li dumahîkê ev çalakiye bibû cihê dilxweşiya hemû hazirbûyan.




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)