9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Liqê Yek û 18 yên PDKê roja Ala Kurdistanê li hemû xelkê kurdistanê pîroz kirin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Bi helkefta borîna 67 salan li ser bilndkirina alayê Kurdistanê li Komara Kurdistanê Mihabad liqê yek ê Partiya Demokirat a Kurdistanê biruskeka pîrozbahiyê belavkiriye û têda hatiye:

 Bi vê helkeftê germtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî sercem xelkê Kurdistanê dikin ku Ala Kurdistanê bo cara yekê li komara kurdistanê ji aliyê Pêşewa Qazî Mihemed ve hatiye bilndkirin û piştre ev alaye bi emanet û şanazîve li şeva 16 liser 17 heyva 12 daye destê Barzaniyê nemir ku hejî helgirtin û parastina ala kurdistanê bûye û cihê bawriyê bûye bo berdewamî dan bi şoreşê û bizava rizgarî xwaza milletê kurdistanê. Dîsa roja ala kurdistanê li hemû xelkê kurdistanê pîrozbe.

Liqê Yekê Partiya Demokirat a Kurdistanê
 Her bi vê helkeftê liqê 18 yê Partiya Demokirat a Kurdistanê biruskeke pîrozbahiyê belavkiriye û têde hatiye:

Bi helkefta roja Ala Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî hemû xelkê Kurdistanê bi giştî û malbatên serbilndên şehîdan bi taybetî dikin, bê guman her welatekî hêma û sumbilên xwe yên taybet hene û ala jî yek ji hêmayê welatane û li jêr helgirtin û parastina ala kurdistanê di bizava rizgarî xwaza milletê me de hezaran şehîd û qurbanî medayne, her bilnd û serferazbî Ala kurdistanê û avedanbe welatê me.

Liqê 18 yê Partiya Demokirat a Kurdistanê li Amêdiyê

Nûçeyên têkildar