Liqên PDKê pîrozbahiyê li jinên Kurdistanê dikin

Dihok-KDP.info/ Bi helkefta 61 saliya damezrandina Yekîtiya Afretên kurdistanê liqê Yek ê Partiya Demokrat a Kurdistanê biruskeka pîrozbahiyê belavkiriye ev jî deqa wê ye:
Bi navê liqê yek ê Partiya Demokrat a Kurdistanê pir ji dil pîrozbahiyan pêşkêşî sercem endam û kadirên yekîtiya we û afretên kurdistanê dikin.
Damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê bi dest pêşxeriya Barzaniyê nemir di nav civaka kurdistanê de pêngaveke jîranebû pêxemet afreta Kurd rolê xwe yê pîroz bigêre û pişkdariyê di bizava rizgarî xwaza milletê kurdistanê de bike, Yekîtiya Afretan ya serbilnde bi xebat û qurbanî dana xwe di hemû qunaxên şoreşê de û Partiya Demokrat a Kurdistanê bawerî bi rolê karîgerê afretê heye liser binemayê wek heviyê û dabînkirina hemû mafên wan yên rewa. Dîsa salroja damezrandina Yekîtiya Afretên kurdistanê pîrozbît.
Liqê Yek ê Partiya Demokrat a Kurdistanê
Her bi helkefta salroja damerzandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê liqê 18 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Amêdiyê biruskek belavkiriye û têde hatiye:
Bi navê liqê 18 yê partî li qeza Amêdiyê pir ji dil pîrozbahiyên xwe pêşkêşî sikirtariyeta Afretan û afretên Kurdistanê bi giştî yên devera Amêdiyê bi taybetî dikin, bêguman Yekîtiya Afretan ji rêkxirawên pêşeng bûye liser astê kurdistanê rêzên xwe rêkxistin û dest bi xebata xwe di nav texa jinan de kiriye û roleke gelek baş di bizava rizgarî xwaza milletê kurdistanê û şoreşên millet me de dîtiye.
Dîsa vê rojê li Yekîtiya Afretan û hemû afretên Kurdistanê pîroz dikin.
Liqê 18 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Amêdiyê
Her bi vê helkeftê liqê 20 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Şêxanê biruskek belavkiriye û têde hatiye:
Bi helkefta salvegera damerzandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê ew Yekîtiya, eve 61 sale mil bi milê pêşmergê kurdistanê li ser rêbaza Partî û Barzanî dinav kawdanên sext û dijwar de berdewamî bi xebat û qurbanî da daye ji pêxemet serêxstina bizava rizgarî xwaza milletê kurdistanê.
Bi vê helkeftê germtirîn û ciwantirîn pîrozbahiyan pêşkêşî Yekîtiya Afretên Kurdistanê dikin û kar û xebat û qurbanî dana wan di hemû qunaxên şoreşê de û heta qunaxa îro bilind disengînîn.
Dîsa ev roje li hemş afretên Kurdistanê pîrozbe.
Liqê 20 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Şêxanê




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)