Şandeke PDKê li perelemanê Hollendayê hate pêşwazî kirin

Hollenda-KDP.info/ Ji bo xûrtkirina peywendiyên partiya Demokrat a Kurdistanê li gel partiyên Hollendî şanda Lijneya Navça Hollenda ya PDKê ko pêkhatibo ji birêzan Omer Zawîteyî, Şêrzad Yunis Rojbeyanî û Dîndar Koçer serdana partiya D66 kir di nav avahiyê perlemanê Hollenda de li bajarê Den Haagê û ji aliyê Sjoerd Sjoerdsma berpirsê têkiliyên derve yên partiya D66 hatin pêşwazîkirin.
Di vê kombûnê de li ser çend babetên giring axiftin ku girêday rewşa niha ya Kurdistanê û Hollendayê ne. Şanda partîbi berfireh behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê kirin û vê qonaxa giring ku Herêma Kurdistanê bi xwe ve di bîne.
Ji aliyê şanda partî daxwaz ji birêz Sjoerdsma hate kirin ku ew tawanên diltezîn û yên rêjêma Sedam Hisênî li dijî gelê Kurd hatine encamdan, li ser astê perlemanê wan bête behiskirin û bila partiya D66 wan tawana wek komkujî/cînosaîd nas û qebûl bike.
Herwesa şanda PDKê daxwaz ji birêz Sjoerdsma kir ku partiya D66 zêdetir piştevaniyê û giringiyê bide Kurdistanê nexasim palpiştîkirina kompaniyên Hollendî ku li Kurdistanê kar bikin, ji ber wê peywendiya dîrokî di navbera Kurdistanê û Hollendayê di rojên sext û dijwar de welatê Hollenda mafê penaberiyê da gellek Kurdên penaber û niha ji li Kurdistanê derfetên baş hene bo kompaniyên biyanî, û dibe ku kompaniyên Hollendî jî mûfay jê werbigirin.
Ji aliyê şanda partî ve pêşniyar hate kirin ku li ser astê dîplomasî jî Kurdistan û Hollenda baştir nêzîkî yektir bibin û bila Hollenda konsolxanyekê li Hewlêrê veke û birêz Sjoerdsma got ku ew piştevanê wê çendê ye ku li Kurdistanê konsolxaneya Hollenda bê vekirin.
Şanda navça me û Sjoerd Sjoerdsma keyfxweşiya xwe derbirîn li ser vê hevdîtinê û herdû aliyan xwestin ko ev peywendî berdewam be




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)