9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Berpirsê liqê Yek pêşwaziya balyozê Iraqê li Îmaratê kir

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Doh Ebdulxaliq Babîrî berpirsê liqê Yek yê Partiya Demokrat a Kurdistanê pêşwaziya Ismet Egîd Sedîq balyozê Iraqê li welatê Îmaratê kir.

 Di rûniştinekê de berpirsê liqê Yek dilxweşiya xwe bi vê seredanê diyarkir û amaje bi rolê balyoz di xurtkirina peywendiyên di navbera Iraqê û welatê Îmaratê de û bi karekî giring wesif kir, çunku îro welatan pêdvî bi peywendiyan di hemû astan de heye û di vê biyavê de berpirsê liqê Yek behsê rewşa herêmê bi giştî û peywendiyên herêmê digel welatên cîran û Ewropî kir ku berdewam di pêşveçûnêdane.

Di tewerekê dî de berpirsê liqê Yek behsê giringiya danana berê biniyatê bo zankoya Emerîkî ji layê birêz Mesrûr Barzanî ve kir û bi destkeftekî mezin bo xelkê deverê hijmart.

 Ji aliyê xwe ve balyozê Iraqê li welatê Îmaratê sipasiya berpirsê liqê yek yê Partiya Demokrat a Kurdistanê kir bo wê pêşwaziya germ ya lê kir, û li dawiyê de berpirsê liqê yek piştevaniya xwe bo her harîkariyekê diyarkir

Nûçeyên têkildar