Berpirsê liqê 14 yê PDKê digel endamên civata parêzgehê de civiya

Mûsil-KDP.info/ Bi serokayetiya Ismet Receb berpirsê liqê 14 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê û serokê lîsta birayetî û pêkvejiyanê digel hemû endamên civata parêzgeha Mûsil yên ser bi lîsta birayetî û pêkve jiyanê bi berhevbûna serokê civata parêzgeha Mûsil civiya.
Di wê kombûnê de behsê rewşa parêzgeha Mûsilê bi giştî û rewşa êmnahiyê û baştirkirina karê hevpişkê damûdezgehên mîrî û pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzariyan bo xelkê deverê û encamdana pirojên giring di biyavên cuda yên jiyanê de bo xelkê deverê bi giştî herwesa rewşa êmnahiyê bi taybetî û çawaniya bihêzkirina damudezgehên êmnahiyê bo parastina ser û malê welatiyan hatekirin.
Di peyvekê de berpirsê liqê 14 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê endamên civata parêzgeha Mûsilê yên ser bi lîsta birayetî û pêkvejiyanê handan ku liser binemayê lêktêgehiştinê û pêkve karkirinê karbikin û xwe li arîşe û kêmûkasiyên xelkê bikine xudan, herwiha karbikin bo encamdana pirojên xizmetguzarî û pêşkêşkirina xizmetên cuda bo xelkê parêzgeha Mûsilê bi giştî û deverên Kurdistanî yên dervey herêmê bi taybetî




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)