9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Nivîsîngeha Şêxan ya girupa Alayê Kurdistanê hat vekirin

Çavkanî: KDP.info

Şêxan-KDP.info/ Weku zorbeya şar û şaroçkeyên herêma kurdistanê ji bo beriz rakirtina alayê pîrozê Kurdistanê li hola Laleş du li senterê qeza Şêxan û bi amadebûna Elî Ewnî endamê encumenê serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û berpirsê liqê 20 yê Şêxan û bi amadebûna Dr. Ibrahîm Simo û Viyan Ebas endamên perlemanê Kurdistanê‌ û hejmareka zora fermanberên dam û dezgayên mîr û hizbî û rîh sipî û maqulên devera Şêxan, dîsan bi hazrbûna pelewan Şêx Mem berpirsê giştî yê girupa alayê li kurdistanê, vekirina nivîsîngeha Şêxanê ya girupê‌ Alayê‌ kurdistanê‌ hate ragehandin.

Li destpêkê peyva bixêr hatinê ji layê Mihemed Zibêr berpirsê nû yê nivîsîngeha Şêxan ya girupa Alayê Kurdistanê ve hate xwendin, paşan Elî Ewnî peyvek pêşkêşî amadebûyan kir û di peyva xwe da dest xweşî li evan gencên xwe bexiş kirîn bo nivîsîngeha Şêxan ya girupa Alayê Kurdistanê kir.

Ji aliyekî dî ve Dr. Ibrahîm Simo perlemantarê Kurdistanê‌ peyvek pêşkêş kir û di peyva xwe de got: " Min wergirin yek ji endamên vê girupê, ji hemû hazrbûyan daxwaza serkeftinê bo gişt hevalên vê kirupê xwst."

Nûçeyên têkildar