Berpirsê liqê 20 behsa serdana Serok Barzanî ya dîrokî bo Tirkiyê kir

Şêxan-KDP.info/ Duh Elî Ewnî berpirsê liqê 20 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Şêxanê simînareka cemawerî bo rîhsipî û kesayetî û cemawerê deverê pêşkêşkir.
Di wê simînara hanê de, Elî Ewnî behsa seredana dîrokî ya cenabê Serok Barzanî bo welatê Tirkiyê kir û got îro Serok Barzanî rol û pêgeheke here bilind ne bitenê li ser astê herêmê belku li ser astê herêmî û nîvdewletî heye bi taybet bo pêşve birina doza rewaya Kurdan li her çar parçên kurdistanê nexasme pirosa aştiyê li welatê Tirkiyê ku bûye egerê rawestandina şer li wî welatî û ev çende jî cihê dilxweşiya hemî layekî ye, çunku hemû layen gehiştîne wê encamê çi kêşe bi rêya şer nahêne çareserkirin û di vî biyavî de Serok Barzanî helgirê medaliya aştiyê ye û vê çendê giringiyeka mezin bo herêma kurdistanê jî heye.
Di tewerekê dî de berpirsê liqê 20 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê behsê rewşa îroya herêma kurdistanê û Iraqê û deverê bi giştî kir û amaje bi têkçûna rewşa êmnahiya Iraqê da.
Ji layekê dî ve behsê kar û pirojên hikûmeta herêma kurdistanê ewên bo xweşkirina jîn û jiyara welatiyan li deverê di biyavên cuda de dihêne bi cihînan kir û diyarkir ku hikûmeta herêmê çendîn planên cuda bo nehêlana kêmasiyan danayne uldumahîê gengeşe lser naveruka simînarê ji layê berhevbûyan ve hate kirin




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)