Berpirsê liqê 14 yê PDKê serdana malbenda Neynewa ya YNK kir

Mûsil-KDP.info/ Berpirsê liqê 14 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (Ismet Receb ) li parêzgeha Mûsilê seredana baregayê Yekîtiya Nîştimanî ya kurdistanê li Neynewa kir û ji aliyê (Arif Rişdî ) berpirsê mabendê ve hate pêşwazî kirin.
Di wê hevdîtinê de herdû aliya li ser giringiya hevkarî kirinê di navbera rêkxstinên PDKê û YND li parêzgeha Mûsilê axivtin û ev hevkariye erkek nîştimanî û neteweye bo gehştina armancên gelê Kurd xebat bo kirî wesf kir.
Her wiha gengeşe li ser rewşa êmnahiya parêzgeha Mûsilê bi giştî kir û rolê hêzên pêşmerge û asayîşa herêma kurdistanê di parastina deverên kurdistanî yên dervey herêma kurdistanê û rolê endamên civata parêzgehê di belavkirina giyanê hevkarî û pêkvejiyanê li nav civata parêzgehê bilind sengand.




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)