Berpirsê liqê 14 pêşwazî li Wîsal Selîm endama civata nûnerên Iraqê kir

KDP.info/ Doh li baregayê liqê çarde yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (Ismet Receb) berpirsê liqê pêşwazî li (Wîsal Selîm) endama civata nûnerên Iraqa fêdral û endama lijna mafên mirovan li civata nûneran kir.
Di wê hevdîtinê de bi giştî li ser rewşa parêzgeha Mûsil û çawaniya baştir kirina rewşa êmnahiya parêzgehê axivtin û bi taybet li ser rewşa mafên mirovan.
Berpirsê liqê daxwaz ji lijna mafên mirovan li civata nûneran kir hemû şiyan û derfetan bikarbînin bo baştirkirina rewşa mafên mirovan û giringî pê biden û got jî: " Baregayê Partiya Demokrat a Kurdistanê mala hemû Mûsiliyane bê cudahî."
Li dawiyê endama civata nûneran sipasiya berpirsê liqê kir û helwîstên Partiya Demokrat a Kurdistanê di her biyavekî de nexasme di biyavê belavkirina giyanê lêborîn û pêkvejiyanê di navbera hemû pêkhateyên bajêrê Mûsil da bilnd sengand




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)