Jinên Tenahî beşdarî di xuleka saxlemiyê de kirin

Dihok-KDP.info/ Duhî encûmenê afretên Tenahî li jêr çavdêrî berpirsî lijna Rizgar Kemekî rabûn bi dawî anîna xuleka destpêkî ya saxlemiyê bo (38) afretan ku li baregayê lijna nawça Tenahî hatbû vekirin.
Di vê derbarê de berpirsê ragehandina lijna nawça Tenahiyê bo KDP.info diyarkir ku, " Me weku lijna nawça Tenahiyê bigiring dît ku xuleka fêragehştinên despêkê bo (38) afretên sînurê lijna nawça navbirî vekin û bo mawê heftiyekê ev xule ya berdewam bû.
Dîsan navbirî diyarkir jî ku wanên wan ji aliyê mamostayên pispor ve hatine gotin û bi amadebûna berpirsê lijna nawça Tenahiyê ev xule bidawî hat û bawernamên xulê liser beşdarbûyan hatine belavekirin.




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)