9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Berpirsê liqê 20 dîvçûna karê Yekîtiya Pîşeyî dike

Çavkanî: KDP.info

Şêxan-KDP.info/ Jibo bêtir haydarbûn liser birêve cûna karê yekîtiyên cemawerî û pêşeyî û pîrozbahî kirina berpirsên nû dest bikar bûn li devera Şêxanê şandeke liqê 20 yê Şêxan bi serperştiya Elî Ewnî berpirsê liqê seredana baregayê liqa Şêxan ya zanayên ayînê Islamê û liqê cutiyaran li Şêxan û lijna nû ya kumelayetiya liqê kirin û di runiştinên cuda cuda de berpirsê liqê pîrozbahiyên liqê arastey hersê berpirsên nû kirin û daxwaza serkeftinê bo wan xwast dikarê wan yê nû de.

Dîsan berpirsê liqê 20 piştevaniya liqê bo hersê yekîtiyên pîşeyî ji wana yekîtiya zanayên ayînî Islamê û liqa cotiyaran û nivîsîngeha kumelayetî li sînorê liqa 20 li Şêxan diyarkir û ji aliyê xwe ve jî her sê yekîtiyên pîşeyê li Şêxan sipasiya berpirsê liqê 20 kir bo vê seredanê û piştevaniya berdewama liqê 20 yê Şêxan bo wan diyarkir.

Nûçeyên têkildar