Encûmena qeza Zaxo ya Yekîtiya Jinan dê dayngehekê vete

Zaxo-KDP.info/ Encûmena qeza Zaxo ya Yekîtiya Jinan mijûlî vekirina dayngehekê ne bo zaroyên mamosta û fermanberan û rezamendiya saxlemiya giştî wergirtine û li nêzîkî heyveka dî dê dayngeh bê vekirin.
Semîra Hesen Ebdulla berpirsa encûmena qeza Zaxo ya yekîtiya jinên kurdistanê xuyakir ku ew nuke berheviyan dikin bo vekirina dayngehekê bo zaroyên yê wan dinavbera (8 heyvî heta 3 sal û nîvan de) li baregayê encûmenê Zaxo ya yekîtiya jinan li Zaxo û li demek nêzîk dibî ta heyvek dî yan kêmtir dayngeh bihête vekirin.
Berpirsa encûmenê qeza Zaxo ya yekîtiya jinan ew jî eşkere kir ku dayngeh dê di her çar werzên salê de ya vekirî bî û got: " Me 2 çavdêr û xizmetkar bo destinîşankirîne û zêdebarî ku cihê dayngehê dê berfireh bî û me rezamendiya saxlemiya giştî jî wergirtiye û li demê zaro dihêne wergirtin jî dê bi şêweyekê saxlem çavdêriya wan bê kirin digel pêdana xwarinê bo zaroyan beramber pareyekê remzî kêm di heyvê de".




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)