Nêçîrvan Barzanî berbijarê PDKê ye bo pêkanîna hikûmetê
Bi Serokatiya Serok Mesûd Barzanî, Civata Serokatiya PDKê bo giftûgo kirin li ser çend babet û mijaranên giring civiya.
Li Selahedînê bi Serokatiya Serok Mesûd Barzanî, Cîgirê Serok û amadebûna tevahiya endamên civata Serokatiya partiya demokrata Kurdistanê, civata Serokatiya PDKê civiya.
Di civînê de çendîn mijarên girîng hatin nîqaşkirin û ew mijarên han jî ewin; hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, di vê mijarê de beşdarwanên civînê jiber dengdana xelkê Kurdistanê û herwiha hewl û xebat û çalakiyên endam û alîgirên partî, spasiya xelk û endam û alîgiran hate kirin û xalên lawaz û bihêz hatin destnîşankirin û hate gotin ku, dibe li ser wan xalan were rawestandin daku, bikaribîn di pêşerojê de jî li ser esasê baweriya xelk xizmeteke başetir pêşkêşî xelkê Kurdistanê bikin.
Mijara dudiyan jî girêdayî pêkanîn û damezrandina hikûmeta nû ya Kurdistanê bû û di civînê de jî heval Nêçîrvan Barzanî weke berbijarê PDKê bo pêkanîna hikûmeta nû hate destnîşankirin.
Di mijara sêsiyan de jî behsa pejrandina qanûna hilbijartinên Îraqê ji aliyê parlementoya Îraqê ve hate kirin û civata Serokatiya PDKê dilgiraniya xwe li hember kutaya Kurdên Îzdî û Feylî yaku, di qanûna han de hatiye destnîşankirin diyar kir.
Di her du mijarên çarem û pêncem de jî civîn behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraq û Sûriyayê û bandora wan li ser Kurdistanê kir û hate gotin ku, alozbûna rewşa siyasî û ewlekariya Îraqê li berdem pêşkeftina abûrî û civakiya Îraqê astenge.
Derbarê rewşa Sûriyayê de jî hate gotin ku, dibe part û aliyên Kurdî peywendiyên navbera xwe li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyayê de bihêz bikin lê mixabin yek alî hewl dide ku, bi awayekî yekalî desthilatê xwe li ser xelk û part û aliyên din bisepîne û ew yek jî zererê dide yekîtiya Kurdan. Lê em weke PDKê dibe hewldanên xwe bo yekîtî û bihêz kirina yekîtiya navbera part û aliyên siyasî yên Kurdî ên li Rojavayê bi awayek ku, xizmeta gelê Kurd bike bihêztir bikin.



__2014_06_17_h12m40s27__BA.jpg)
