Berpirsê liqê 20 pêşwazî li hijmareka kesayetiyên sînorê qeza Şêxanê kir

Şêxan-KDP.info/ Elî Ewnî berpirsê liqê 20 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Şêxan pêşwaziya hijmareka kesayetî û rih sipî yên Berwariyan yên li sînorê qeza Şêxanê de akincî ne kir.
Di runiştinekê de zêdebarî bixêrhatinê berpirsê liqê bîst ji rewşa jîn û jiyara wan pirsî û diyarkir ku, her xizmeteka îro bo xelkê deverê bihê kirin mafê wane çunku ew di qunaxên bizava rizgarî xwaziya gelê Kurdistanê de hind derdeserî dîtîne ku ji hejî hemî xizmetekê ne.
Piştre şandê navbirî zêdebarî pêşkêşkirina sipasiyan bo wan xizmetên bo wan hatîne pêşkêşkirin,çend daxwaziyek pêşkêşî berpirsê liqê 20 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê kirin û ji layê xwe ve berpirsê liqê bîstê partî soz da ewa di şiyan da bî dê wek erk bo hête bicih înan û sercem daxwaziyên wan dê gehînîte cihên şule jê bi merema çareserkirinê û di tewerekê dî de behsê pêkve jiyana birayane di navbera sercem pêkhatên deverê de hate kirin.




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)