Berpirsê liqê 14 yê PDKê serdana qayimqamiya Tilkêfê û Bizava Dîmokratiya Aşûrî kir

Tilkêf-KDP.info/ Ismet Receb berpirsê liqê 14 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li parêzgeha Mûsil seredana qayimqamiya Tilkêfê ya ser bi parêzgeha Mûsil kir da ji nêzîk agehdarî rewşa wê ya êmnahî û xizmetguzarî bibe û daxwaz ji dezgehên xizmetguzarî û êmnahiyên wê deverê kir ku xizmetguzariyan pêşkêş bikin.
Navbirî seredana baregayê liqê Senharîb yê Bizava Dîmokratiya Aşûrî kir û ji layê endamê mekteba siyasî û berpirsê liqê û kadir û endamên wê hate pêşwazî kirin û dilxweşiya xwe bo vê seredanê diyarkir û bi pêngaveka baş hijmart bo mikomtir kirina peywendiyan di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Bizava Dîmokratiya Aşûrî.
Her di wê dîdarê de berpirsê liqê 14 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê pîrozbahî li Bizava Dîmokratiya Aşûrî î kir bi helkefta girêdana kongirê xwe û daxwaz kir ev seredana berdewam bin da bêtir bişên xizmeta deverê bikin û parastina rewşa aramiyê û nehêlana çi rêkan bo tîrorstên dixwazn rewşa aramiyê vê deverê têk bidin




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)