9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Endamên Civata Parêzgeha Mûsilê serdana liqê 17 yê PDKê kirin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info/ Li baregayê liqê 17 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê Serbest Babîrî pêşwazî li hijmareka endamên Civata Parêzgeha Mûsil yên ser bi lîsta Birayetî û Pêkvejiyanê kir.

Di kombûnê de berpirsê liqê li ser rewşa parêzgeha Mûsil û devera Şingalê axivî nexasime ji layê êmnahî û xizmetgûzariyan ve, herwesa berpirsê liqê li ser rewşa deverên kurdan li parêzgeha Mûsil axivî û got: xelkê van deveran gelek zordarî lê hatiye kirin û divêt em hemû karbikeyn bo rakirina vê zulmê û nabît bi çi rengan dûbare bibî, nexasme endamên civata parêzgeha Mûsilê.

Ji layê xwe ve endamên civata parêzgeha Mûsilê sozdan ku her tiştê ji destê wan bihêt ew xemsariyê nakin bo xizmetkirina xelkê xwe

Nûçeyên têkildar