Berpirsê liqê 17 pêşwazî li şandeke Bery Turkimanî û kesayetiyên devera Rebîa kir

KDP.info/ Duhî berpirsê liqê 17 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê Serbest Babîr pêşwaziya Seyid Ola serokê bereyê Turkumanî serkirdayetiya şer'î û jimareka kesayetiyên devera Ti le'ferê kir.
Di hevdîtinekê de behsê rewşa devera Şingalê bi giştî û qeza Ti le'fer bi taybetî hate kirin û di vî biyavê de şandê mêvan sipasiyên xwe pêşkêşî hikûmeta herêma Kurdistanê kirin bo wê giringiya bi devera wan didin û hêvî xwest ew kêmasiyên heyn jî bihêne çareserkirin.
Di tewerekê dî de rolê pêşmergên kurdistanê di parastina êmnahiya deverê da bilind sengand jilayê xweve berpirsê liqê 17 yê partî berheviya liqê bo her harîkarî û piştevaniyekê diyarkir.
Ji layekê dîve her duhî berpirsê liqê 17 yê partî pêşwaziya kesayetiyên Erebên devera Rebî'e û gundê dewruber kir û di runştinekê de behsê rewşa êmnahiya deverê û ji navbirina bizavên xirab karan bo têkdana rewşa êmnahiya deverê hate kirin bi taybetî piştî têkçûna rewşa navxweya Sûriyê ku hev sînorin digel wî welatî û tewerekê dî daxwaza hijmareka pirojên xizmetguzarî kir.
Di vî biyavê de berpirsê liqê 17 yê partî amaje bi hindê kit ku hikûmeta herêma kurdistanê xemsarî di bicih înana pirojên pêdvî da nekiriye û li bere li dûv şiyanan hemî kêmasiyan bicih bînît û berheviya liqê bo her harîkarî û piştevaniyekê diyarkir.




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)