Dihok: Berpirsê liqê Yek serdana serokayetiya zankoya Dihokê kir

Dihok-KDP.info/ Bi helkefta despêkirina sala nû ya xwendinê 2013 li seranserî herêma kurdistanê û bi merema pîrozbahîkirina sala nû ya xwendinê Ebdulxaliq Babîrî berpirsê liqê yekê partî digel da Dr. Mêhvan Badî berpirsê lijna nawça Çira serdana serokayetiya zankoya Dihokê kir û ji layê pirofîsor Dr. Mislih Dihokî ve hatin pêşwazîkirin.
Di vê seredanê de berpirsê liqê Yek pîrozbahiyên xwe û liqê Yekê partî gehandine serokê zankoyê û hêvî xwest ku ev sale bibîte sala pêşveçûn û bilindkirina astê zanst û zaniyariyê li herêma Kurdistanê û da diyarkirin ku şoreş û pêşkeftin û çekê îro bûye zanist lewman ya giringe em xwaziyarêt zansit û zanînê bin.
Herwesan rolê zankoya Dihokê bi giringî û meznî li qelem da di salên bûrî de ku şiyaye bi hezaran kiç û kurên vî welatî pêbigehînî û bikete kadirên ekadîmî.
Li dawiyê de Ebdulxaliq Babîrî amadeyî piştevaniya xwe bo her cure harîkarî û karekê pêdvî da diyarkirin û ji layê xwe ve serokê zankoyê xweşhaliya xwe bi vê seredanê derbirî.




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)