9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Pêwendîyên Giştî

Serokwezîrê Hengariya: Rewşa Kurdistanê gelek baş e

Çavkanî: KDP.info

Hengariya-KDP.info/ Serokwezîrê Hengariyayê dibêje rewşa Kurdistanê gelek base û hilbijartinên Kurdistanê jî destkefteke gelek girîng e.

 Di çarçoveya serdana xwe ya bo Hengariyayê a bi mebesta beşdarî kirin di kongreya salane ya partiyên demokrat yên cîhanê de îro Berpirsê peyvendiyên derve yên Partiya Demokrat a Kurdistanê Hêmin Hewramî bi Serokwezîrê Hengariyayê re civiya.

Di destpêka civînê de Serokwezîrê Hengariyayê ragehand ku, Kurdistan li Rojhilata Navîn a aloz de xwedan rewşeke gelek aram û başe.

 Serokwezîrê Hengariyayê jiber serkeftina PDKê di hilbijartinên parlementoyê de û herwiha serkeftîbûna prosesa hilbijartinê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî PDKê kir.

 Derbarê peywendiyên navbera Kurdistan û Hengariyayê de jî Serokwezîrê Hengariyayê diyar kir ku, serdana wê dawî ya Serok Barzanî û civîn û giftûgoyên vî yên bi Rayedarên Hengariyayê re bûye sedema bihêztir bûna peywendiyên han.

 Nav hatî anî ziman ku, bo bihêztir kirina peywendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de vê di sala pêşiya me de Hengariya Konsolosxaneya xwe ya li Hewlêrê vebike. KTV

Nûçeyên têkildar