9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên Giştî yên PDK

Bi amadebûna nûnerê serok Barzanî termê Dilşad Necîb hate veşartin

Çavkanî: KDP.info

Duhî yekşema 6/10/2013 li Hewlêrê bi amadebûna nunerê Serok Barzanî termê rehmetî Lîwa Dilşad Necîb hate veşartin.

 Piştî ku, li Tirkiyeyê jiber nexweşî koça dawî kir, duh termê rehmetî Lîwa Dilşad Necîb li bajarê Hewlêrê bi amadebûna nunerê Serok Barzanî Sîdad Barzanî, Sekreterê mekteb siyasiya PDKê Fazil Mîranî, Fermandarê zirêvanî Jeneral Ezîz Weysî hate veşartin.

 Di merasima han de ku, hijmareke zêde ji rayedarên Kurdistanê jî amadebûn deste gol li ser termê rehmetî Lîwa Dilşad Necîb hate danîn û pişt re jî li goristana Şêx Ehmed ya li Hewlêrê hate veşartin.

 Hêjayê gotinê ye ku, rehmetî Dilşa Necîb yek ji Pêşmerge û Şoreşgerên qehreman yê Kurdistanê bû û demek bû rastî nexweşiye hatibû û beriya du rojan li Tirkiyeyê koça dawî kiribû.

Nûçeyên têkildar