Lezgîn: Me pêşbîniya Zaxo dikir ku dê baraneka dengên zer pêşkêşî kurd û kurdistanê bike

Zaxo-KDP.info/ Serbest Lezgîn berpirsê liqê 8ê Partiya Demokrat a kurdistanê bi berhevbûna kandîdên partî ewên li devera Zaxo derçûn bo xula çarê ya perlemanê kurdistanê simînarek bo berpirs û kadirên nivîsîngeh û lijnên ser bi liqê 8 ve pêşkêşkir.
Li destpêka simînarê de berpirsê liqê pîrozbahî li xelkê Zaxo kirin bi helkefta serkeftina partî di helbijartina de û dest xuşî li hemû kadirên partî kirin jibo kar û mandîbûna wan di mawê hewa helbijartina da.
Piştre berpirsê liqê ronahî berdane ser encamên helbijartina ewên jilayê komsyonê ve hatîne ragehandin û ew rêja berza partî li kurdistanê bi şêwekî giştî bi destve înayn û bi taybetî li devera Zaxo ku digehîte (81%) û diyar kir ku di mawê burî de me pêşbînî ya vî helwîstî ji xelkê Zaxo dikir jiber hindê me bi ronî got vê carê jî Zaxo dê baraneka dengên zer pêşkêşî kurd û kurdistanê ket û ev çende jî zivirand bo wefadarî û dilsoziya xelkê Zaxo û her dîsan ew giringiya serkirdayetiya partî bi vê deverê det.
Di tewerekê dî de berpirsê liqê diyar kir kuu ev encame barê partî girantir lê dikin lewra divêt kadirên partî bi hemî hêz û şiyanên xwe di xizmeta xelkî da bin û bibine pirek bo gehandina kêşe û girftên cemawerî bo cihên peywendîdar.
Li dûmahiyê amadebûyan pîrozbahiya kandîdên partî kir ewên li devera Zaxo derçûn bo perlemanê Herêma Kurdistanê




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)