9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Liqê 18: Ragehandina fîdralîzmê ji aliyê perlemanê Kurdistanê ve biryareka wêrek û dîrokî bû

Çavkanî: KDP.info

Amêdiyê-KDP.info/ Bi helkefta 21 mîn salvegera ragehandina biriyara fîdraliyê bo başûrê Kurdistanê ji alî perlemanê Kurdistanê ve. Liqê 18 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê peyameka pîrzbahiyê arastey perlemanê kurdistanê û serokê herêma Kurdistanê û serokê hikûmetê û gelê Kurdistanê kiriye. Û eva li xwarê teksta wê ye:-

Bi helkefta bîreweriya (21) saliya ragehandina biriyara sîstemê fîdralîzmê ji layê perlemanê kurdistanê ve germtirîn pîrozbahiyan arastey perlemanê kurstanê û cenabê serok (Mesûd Barzanî) serokê herêma kurdistanê û cenabê (Nêcîrvan Barzanî) serokê hikûmeta herêma kurdistanê û hemû gelê kurdistanê dikin û me baweriyeka mukum heye ku sîstemê fîdralîzmê bo Iraqeka çend netewe û ol û çîn û texên civakî yên ji yek cuda di nav xwe de girtîn, baştirîn çareserî û girentiye bo pêkve jiyanê di çarçovê Iraqeka yekgirtî de, liser bingehê yek girtineka arezumendane.

Biriyara perlemanê Kurdistanê li 4-10-1992ê, bo ragehandina fîdralîzmê, ji yek alî ve, di wan kawdanên nazik de, biriyareka wêrek û dîrokî bû, jibo diyarkirina awayê peywendî û pêkvejiyanê digel dewleta Iraqê û mafekê siruştî û qanunî yê gelê kurdistanê bû, biriyara mafê çarenivîsê xwe bidet. Evê biriyarê, xebata gelê kurdistanê ji qunaxekê berev qonaxeka pêşkeftî tir vegweast û bû bingehekê bihêz û mukum bo damezrandina sîstemekê fîdralî li Iraqê.

Biriyara fîdralîzmê, biriyareka serpê û bilez û bez û ji nîşkekêve nebû, belku xebat û qurbanîdana bi dehan salan û serhildana gelê kurdistanê li bihara sala (1991) ê û yek rêziya gelê kurdistanê, çendîn palder û fakterên serekî 21 salan bi ser derçûna vê biriyarê de, ji hemû layekê siyasî û civakî tête xastin, bêtir ji herdemekî hest bwêber pirsiyarîyê bikin ewa dikevîte ser milên wan bo bêtir xurtkirina yekirêziya gelê me, bo hindê zemîne xuştirbît bo ragehandina biriyareka dî ya giringtir di dem û kawdanên guncay de.

- Dubare ev bîreweriye li hemû layekî pîrozbît..
- Serkeftin bo xebata rewaya gelê Kurdistanê..


Partiya Demokrat a Kurdistanê
Liqê 18 – Amêdiyê
3-10-2013

Nûçeyên têkildar