Berpirsê liqê 17 civîneka dezgehên êmnahîyê yên Mûsilê kir

Mûsil-KDP.info/ Duhî roja çarşemê 2/10/2013 Serbest Babîrî berpirsê liqê 17 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serperiştiya kombûneka dezgehên êmnahîyê yên devera rojava Dîcle kir bo peydakirina hemahengîyê di navbera dezgehên êmnahîyê û hizbî û îdarî yên deverê bo parastina saman û giyanê welatiyan.
Her di vê kombûnê de berpirsê liqê 17 yê partî tekez liser pêkve karkirinê û hemahengîyê di navbera layenên peywendîdar kir bo parastina êmnahiya deverê û nehêlana her bizaveka jilayê tîrurîstan ve bo têkdana aramiya deverê û ragehand jî pêdiviye pilanên hevpişk û rêk û pêk bihêne danan bo bersînk girtina pîlanên girupên tîrorîstî û nehêlana çi delîveyekê bo têkdana rewşa tena ya deverê




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)