9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Mîrê Êzîdiyên Kurdistanê û Iraqê û cîhanê serdana liqa 20 kir

Çavkanî: KDP.info

Şêxan-KDP.info/ Ji bo bêtir agehdarî bûn li ser rewşa devera Şêxan bi giştî, roja (1\10\2013)ê ,(Mîr Tehsîn Beg) mîrê Êzîdiyên kurdistanê û Iraqê û cîhanê seredana baregayê liqê 20 yê Şêxan kir û ji layê rêzdar (Elî Ewnî) endamê encûmenê serkirdayetiya Partiya Demokrat a kurdistanê û berpirsê liqê û kargêrên bi germî hate pêşwazî kirin.

Di runiştinekê de herdû aliyan tekez li ser pêgve jiyana pêkhatîyên deverê kirin û hêvî xwast ku ev biratiya di navbera hemû olên deverê ya berdewam bît.

Di tewereka dî ya hevdîtinê de behsê kiriyara nehez û tîrorîstan encam day li Hewlêrê, hate kirin û bi tundî şermezar û mehkûm kirin.

Dîsan Mîr Tehsîn Beg peyvek da dezgehên ragehandinê derbarê kiriyara tîrorîstiya Hewlêrê û daxaz ji xudê mezin kir ku cihê şehîda biheşt bît û daxaza jî çakbûnê bo birîndaran xwast û daxaz ji hemû olên kurdistanê kir ku harîkarbin ligel dezgehên emnî bo parastina giyanê hawelatiyan li kurdistanê

Nûçeyên têkildar