Liqê Yek yê PDKê sipasiya xelkê Dihokê kir

Dihok-KDP.info/ Helbijartinên perlemanê kurdistanê li roja 21/9/2013ê li sînorê parêzgeha Dihokê bi rengekî şarstanî û dîmokrasî û azadane jilayê cemawerê şerefmendê Dihokê ve hatine encamdan.
Cihê şanaziyê ye xelkê Dihokê bêyî cudahîyên siyasî û olî û neteweyî û bi azadane derbirîn ji hest û viyana xwe kirin û li astê berpirsiyaretiya nîştîmanî û neteweyî beşdarî helbijartinan bûn û deng dane lîsta (110) ya Partiya Demûkrat a Kurdistanê ku derbirînê ji parastina maf û berjewendên xelkê kurdistanê dike.
Sipasîyên ji hejî bo piştevanî ya gişt çîn û texên cemawerê Dihokê û rih sipî û maqul û kesayetî, û hêzên êmnahîyê û navxwe û hemû dam û dezgayên hikûmî û rêkxirawên civakê sivîl û sendîka û dezgayên ragehandinê û çalakvanên tora feysbukê û genc û law û qutabî û afretan bo beşdarîya wan ya ektîv û kara di serkeftina pirosa helbijartina de.
Rêz û sipasî bo beşdariya pêşmerge û malbatên şehîdan û mandîbûna kadir û endam û layengirên Partiya Demûkrat a Kurdistanê ji bo serkeftin û zamnkirina lîsta 110 û berev kurdistaneka geştir.
Liqê yek
Partiya Demûkrat a Kurdistan




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)