9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Kunsulê Tirkiyê serdana liqê 14 yê PDKê kir

Çavkanî: KDP.info

Mûslê- KDP.info/ Ismet Receb berpirsê liqê çarde yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li parêzgeha Mûsilê bi xêrhatina Ozturk Yelmaz kunsulê nu yê Tirkiyê li parêzgeha Mûsilê kir û li ser giringiya peywendiyên di navbera herêma kurdistanê û komara Tirkiyê bi giştî û peywendiyên kunsulê Tirkiyê li Mûsilê û liqê çarde yê Partiya Demokrat a kurdistanê bi taybetî û got jî em kar dikin bo pêşvebirin û baştirkirina van peywendiyan.

Herwesa amaje bi helwîstên baş yên komara Tirkiyê beramber herêma kurdistanê û helwîstê erîniyê kunsulê Tirkiyê bo rewşa Mûsil û xelkê wê.


Ji layê xwe ve kunsulê komara Tirkiyê Ozturk Yelmazî  sipasiya Ismet Recb kir bo vê bi xêrhatina germ û tekez kir ku Tirkiyê dixwaze harîkariya pirosesa siyasiya Iraqê û kurdistanê bi taybetî bike û got em kar dikin bo belavkirina rewşenbîriya lêk burîn û pêkvejiyanê di navbera hemû pêkhateyên Iraqê.

Herwesa kunsulê Tirkiyê amaje bi helbijartinên civata parêzgeha Mûsil û rolê lîsta Birayetî û Pêkvejiyanê bilnd nirxand di biyavê pêkêşkirina xizmetguzaran da bo hemû xelkê parêzgehê bê cudahî.

Dîsa bo pirsa helbijartinên herêma kurdistanê kunsul got: " Gelê kurdistanê di vê helbijartinê de rolê geşê şarstaniya xwe nîşa cîhanê da çi cudahî di gel helbijartinên cîhanî de nebû

Nûçeyên têkildar