9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên Giştî yên PDK

Partî rê li sextekariyê di helbijartinanda girt

Çavkanî: KDP.info

Rojnama Evro/ Perlemantarekê partî di xola bi dûmahî hatî ya perlemanê Kurdistanê ragehand, perlemanê Kurdistanê neşêt maytêkirinê di karûbar û encamên helbijartinên vê dumahiyê da bike û helwestê partî yê rohine li dor rêveçûna pirosa helbijartinan û berî nuke jî serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser helwestê partî kirî ye, ku partî rêkê nade sexte di helbijartinanda bihênekirin.


Qadir Hesen perlemantarê partî di xola burî ya perlemanê Kurdistanê da bo evro got, perleman neşêt mayê xwe di encamên helbijartinan da bike û li gurey qanûnê xola siyê ya perlemanê Kurdistanê maf heye, heta 1 -11 , kar bike û bo her rûdaneka neçaverêkirî perleman dê kumbe, belê tinê didemê pêdivî dikare kombe û perlemanê rêvebirina karî ye û nuke behsê pirosa helbijartinan û encamên van helbijartinan dihêtekirin, lê eve arîşeya dinavbera qewarên siyasî ye yên pişkdarî di helbijartinanda kirîn û perleman neşêt mayê xwe di karubarê helbijartinanda bike û heta heke encamjî hatine retkirin, perleman neşêt çu kumbûnan li dor vê çendê bike, belê bo vê meremê serokê herêma Kurdistanê hemû desthelatek heye ji layê qanûnî ve, demê peydabûna her arîşekê dişêt bikarê xwe rabe û arîşê çareser bike.


Qadir Hesenî got jî "em wekî partî dîmukiratî Kurdistan razîbûn bi rêveçûna pirosa helbijartinan û bi çavdêriya netewên yekgirtî û çavdêrên navxweyî û biyanî ku wan çavdêran diyarkiribû ku 90% ê ji pirosa helbijartinan bi şêwekê şefaf bi rêveçûye û tinê hindek şaşyên teknîkî û biçûk hebûn ".


Navibirî amaje da, ew çenda nuke dihête behskirin ji layê hindek layenên siyasî ve bo guhorîna encaman yan saxtekariyê di pirosa helbijartinanda, eve tinê boçûna wan layenane û partî berî helbijartinan tekezî li ser bi rêveçûna van helbijartinan kirî ye bi şêwekê şefaf û serok Barzanî û nêçîrvan Barzanî di peyamên xweda ewçende diyarkirî ye ku partî ya rijde helbijartin bê arîşe birêvebiçin û her partî jî rê nedaye sexte di helbijartanda bihênekirin, lewma me encamên van helbijartinan jî qebûlkirîne û xoyaye ku helbijartin bi şêwekê zelal hatine encamdan.


Kumsiyona helbijartinan vekulînê li rodanên Silêmaniyê dike
Jêderekî ji kumsiyona bilind ya helbijartinan ragehand şandekê bilind yê kumsiyonê gehiştî ye parêzgeha Silêmaniyê bi merema vekulînê di rûdanên şeva dûşembiya bûrî da ku hejmareka kesên neniyas hêrişek li ser bingehekê wergirtin û hûrbîniya dengan kirî li bajêrê Silêmaniyê.


Wî jêderê neviyay amajê bi navê xwe bike bo (şefeq nîwz) got, şandê kumsiyonê dê kumbûnekê li gel nûnerên hizbên siyasî û fermanberên kumsiyonê ket li bingehê tûşî hêrişê bûy.


Bajêrê Silêmaniyê li şeva dûşembiya borî çendîn kiriyarên havêtina gollan li nêzîk hindek bingehên wergirtin û hûrbîniya kaxezên dengdanê yên helbijartinên perlemanê Kurdistanê ewên li roja 21 vê mehê hatine encamdan

Nûçeyên têkildar