9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên Giştî yên PDK

Serok Barzanî: Dihok bingeha şoreşên Eylûl û Gulanê bûye, îro jî pêşrewe di şorşa avedanê de

Çavkanî: KDP.info

Dihok - KDP.info/ Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pişkdarî di ahenga piştevanîkirina lîsta 110 ya Serokê Partiya Demokrat li bajêrê Dihokê kir û got "destkeftên mezin yên bidestivehatî, pirojên mezin yên di destda, me umêdeka zura heyî, du heta sê salên bihêt hemû Kurdistan dê bi timamî hête guhorîn û dê pêşkeftinên mezin bidestive hên, bi taybet bo parêzgeha Dihokê û dê piştî maweyekê dî, Dihok be xudan ciwantirîn firokxane û êdî xelkê parêzgehê neçar nabin biçine Hewlêr û Silêmaniyê bo geşitkirinê ".


Serok Barzanî Duhok bi hêlîna şoreşa da zanîn û got "Dihok bingehekê şoreşên Eylûl û Gulanê bûye, evrokejî pêşrewe di şorşa avedanê da ".


Serok Barzanî diyarkir ku cemawerekê wefadar û dilsoze û yê xudan peymane û got "serbilindin bi xelkê Dihokê".


Serok Barzanî behsê destkeftên herêma Kurdistanê kir û got "bêy partî çi cara milletê kurd destkefit bidestive neynayne ".


Serok Barzanî dîsa diyarkir ku çend xizmeta milletê kurd bihête kirin, heqê wan nahête dan beramber ew êş û azarên wan dîtî.

 

Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa hilbijartin û girîngiya wan hilbijartinan jî kir û ragehand ku, ez nihatime wir daku, ji we re bibêjim hunê dengên xwe bidin kîj lîste an kîj aliyekî hun bo xwe baş dizanin ku, kîj alî xizmeta we kiriye û vê di paşerojê de jî xizmeta we bike.

Serok Barzanî di dawiya axaftinên xwe de daxwaz ji xelkê Dihokê jî kir daku, di roja dengdanê de biçin ser senduqan û dengên xwe bidin.

Derbarê şefaf û azadbûna hilbijartinan de jî Serok eşkere kir ku, me daxwaz kiriye daku, hijmareke zêde ji çavdêrin biyanî werin û çavdêriya hilbijartinan bikin û nabe ti kesek qanûn û şîretên komisyona serbixwe binpê bike.

Nûçeyên têkildar