9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên Giştî yên PDK

Edhem Barzanî: Kurdistan geşbûye bi serkirdayetiya partî û dê geştir be ta bigehe dewletbûnê

Çavkanî: KDP.info

Çemankê-KDP.info/ Di berdewamiya seredana xwe de bo sînorê liqê 18 û kombûn digel tex û çînên cuda şêx Edhem Barzanî endamê serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û bi berhevbûna Ferîq Faruq berpirsê liqê 18 û hijmareka berpirs û karbidestên hizbî û leşkerî û mîrî û her (4) kandîdên deverê û cemawerkî yekcar zor, duhî roja yekşembê rêkefta 15/9/2013  li Çemankê berhevî ahengeka cemawerî bûn ku jilayê lijna nawça Çemankê ve hatiye rêkxstin bo piştgîriya lîsta (110) û simînarek pêşkêşî xelkê deverê kir.

Piştî berpirsê liqê bixêrhatina amadebûyan kir, xulekek rêzgirtin bo giyanê şehîdan û serkarwanê wan Barzaniyê nemir û Idrîsê herdem sax rawestan, paşan daxaz ji her çar kandîdên partî li sînorê liqê 18 (Dr. Ebdulla Casim Rêkanî, Ebdulselam berwarî , Elî Sipîndarî, Necat mihemed Nihêlî) kir xwe bo cemawerî bidene niyasîn û peyama xwe bigehîninê.

Li dûvde şêx Edhem Barzanî endamê serkirdayetiya partî simînarek pêşkêşî berhevbûyan kir û têde zêdebarî behis li xebat û şoreşên Kurdî bi giştî û yên başûrê Kurdistanê bi taybetî û jiwan şoreşên Barzan û Eylûl û Gulan û serhildanê û rol û xebata binemala Barzan û 67 salên xebata bê rawestana partî û deskeftên îro bi berhemê van şoreşan û partî û xwîna şehîdan û têkoşîna pêşmergên qareman zanî û rolê xelkê devera behdînan bi rolekê berçav û mezin nasand.

Helbijartin tewerê serekî yê simînara şêx bû û tekez liser giringiya dengê her take kesekî kir û dupatkir ku xelkê vê deverê bi awarebûn û xwîn wefadreya xwe bo partî û rêbaza Barzaniyê nemir diyarkiriye û îro guman di dengdana wan de nîne bo lîsta 110 û kandîdên wê û pêtvî naket kesek vê daxazê jê bike.

Di berdewamiya simînara xwe de endamê serkirdayetiya partî têşk xistine ser bernamê lîsta 110 ya partî û bi bernamê xizmetkirinê wesf kir û amaje da diruşmê lîstê (Pêkve berev Kurdistaneka geştir) û tekezkir ku serokatiya herêmê û serokatiya hikûmeta herêmê hemî şiyan jibo evedankirina Kurdistanê terxankirîne û îro geşbûye bi serkirdayetiya partî dê geştir lê hêt û ta digehîte dewletbûnê.

Li dawiyê de bi çend bizav û çalakiyên hunerî berdewamî bi ahengê hatedan û xelkê deverê bi çeple û bilndkirina alayên zerên partî û diruşmên partayetî bi coş û germatiyeka berçav derbirîn û piştgîriya xwe bo lîsta 110 kirin

Nûçeyên têkildar