Berpirsê liqê 18: Lîsta 110 lîsta hêvî, omêdî û avedaniyê ye

Şêladizê-KDP.info/ Duhî Ferîq Faruq berpirsê liqê 18 yê partî li Amêdiyê simînarek bo hijmareka kadir û rêkxistiyên sînorê lîjna nawça Şêladizê pêşkêşkir û têde behsê helbijartinên perlemanê kurdistanê ewên ku biriyare li 21ê vê heyvê bihêne encam dan kir.
Faruq amaje bi lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê ya jimare sed û deh da û diyarkir ku ev lîste lîsta hêvî û omêd û avedaniyê ye û got wek erkekî niştîmanî û netewayetî pêdviye li roja dengdanê hemî kesên mafê dengdanê heye qesta sinduqên dangdanê bikin û dengê xwe bidene lîsta 110 û berbijêrên wê çunke ev lîste ye xwe bi dakokî kir û berevanî kera hemî mafên rewayên kurd dizanît.
Di tewerekê dî de berpirsê liqê 18 yê partî diyarkir ku wek partî herdem xemxura sercem tex û çînên civakî bi giştî bûye tekez li ser berhevbûyan kir ku li roja dengdanê biçine ser sinduqên dengdanê û dengê xwe bidine lîsta 110 lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê û berbijêrên wê çunke lîsta yekaneye bo bi cîh înana hemû hêvî û daxwazan.
Li dumahiyê de berhevbûyan dupatkir ku çawa di rojên dijwar de berevanên axa pîroza kurdistanê bûne bi heman giyan dê piştavanên lîsta xwe, lîsta 110 bin.




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)