9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Elî Ewnî daxwaz kir li roja 21 biçine ser sinduqên dengdanê û dengê xwe bidin PDKê

Çavkanî: KDP.info

Şêxan-KDP.info/ Jibo piştevanîkirina lîsta sed û deh ya Partiya Demokrat a Kurdistanê û kandîdên wê li devera Şêxan duhî berpirsê liqê 20 Elî Ewnî simînareka berfireh bo hijmareka zor ji kesayetî û rîh sipî û maqûl û genc û lawên senterê nahiya qesrokê pêşkêş kir.


Di simînarê de berpirsê liqê 20 daxwaz ji amadebûyan kir li roja bîst û yekê heyva neh biçine ser sinduqên dengdanê û bizavê bikin kes û karên xwe han biden dengdan bidene lîsta sed û deh lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê.

Herwesa cemawerê berhevbû berheviya xwe bo roja helbijartinan diyar kirin û dengdana xwe bo lîsta 110 lo roja dengdanê diyarkir

Nûçeyên têkildar