9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Bi xuragiriya pêşmerge û serkirdayetiya Barzanî Kurdistan avedan bûye belê dê geştir bikin

Çavkanî: KDP.info

 Qediş-KDP.info/ Di simînarekê de bi helkefta salvegera şoreşa Eylûlê herdû endamên jora helbijartinan li sînorê liqê 18 Ferîq Faruq berpirsê niha yê liqê û Muhemed Muhsin berpirsê berê yê liqê simînarek pêşkêşî hijmareka zor ji pêşmergê Eylûl û Gulanê kir yên ser bi lîjnên Amêdiyê û Sersinkê û Bamernê li hola Bênata – Qediş li roja şembiyê rêkeftî 14/9/2013 û têda zêdebarî amajedan bi rolê pêşmerge behsê helbijartinan hatkirin û tekez kir ku li wî demê pêşmerge dê xudan rêzbî demê serok Barzanî serokê herêmê bî û partî hikûmetê pêkbînî û îro partî ji hemî demekê bihêztire û eger hemî endam û layengirên partî pişkdariyê di dengdanê da biken dê zorîneyê înin.

Piştî xulekek rawestan rêzgirtin bo giyanê şehîdan û serkarwanê wan Barzaniyê nemir û Idrîsê herdem sax, Ferîq Faruq berpirsê liqê behsê şoreşa Eylûlê bi serkirdatiya Barzaniyê nemir kir, zêdebarî şoreşên berî û li dûvda. Paşî behsê helbijartinan hatekirin û got (pêşmerge nebes ewin ku dengê xwe didin ....pêşmerge ewin yên dastan tumarkirin û berdewam xwînê didin...berevanî ji kurdistanê dikin...deskeftan di parêzin, wek cenabê şêx Edhem Barzanî berî niha do got em nehatîne daxazê ji hewebikin deng bi partî bidin jiber ku hewe bi kiriyarên mezintir partatiya xwe selmandiye û bixwîn hewe deng daye partî û rêbaza barzanî û çi guman di dengdana hewe de nîne, belê fere bîr bikin ku bo evru dengdan gelek ya giringe, berî niha me şerê man û nemanê dikir û me diruşmê yan kurdistan yan neman bilndkirbû, evru em ji wê qunaxê derbazbûne û me kurdistan geşkiriye belî me diruşmekê dîtir bilndkiriye ewjî berev kurdistaneka geştir . bi xuragiriya pêşmerge û serkirdatiya Barzanî geş bûye. avedan bûye belî dê geştir lê kin.

 

Nûçeyên têkildar