PDKê zaminê parastina mafên Kurda ye û dê ayndeka geştir bo xelkê me bîne cî

Dihok-KDP.info/ Li Dihokê û di berdewamiya hewa piropagenda de, duhî 11/9 endamê encumenê serkirdayetiya partî simînareka taybet li ser dîroka partî û helmeta helbijartina û pirogiramê lîsta partî ya jimare (110) bo kadir û endamên û cemawerê deverê pêşkîşkir.
Di simînarê de birêz Ebdulxaliq Babîrî amaje bi şeyda û xemxurên kurdistanê hatekirin û got: " Milletê me ruhê kurdayetiyê di canê wan de heye lewma partî û Barzanî şiyan kurdistanê bigehînîte qunaxên serferaziyê û subehî jî dê ayndê geştir bo xelkê me înîte cê û pîroziya armanca netewiya kurdî ewe jî dewletbûne û xudanên vê peyamê bitinê partî û serokê herêmê ye û ew zaminê parastina mafên kurda ne.
Lewra dixwazm ku bi germatiya caran beşdarî di pirosêsê de bikin û lîsta partî ya jimare 110 û kandîdên wê helbijêrin da bişêyîn baştir xizmetê pêşkêş hewe bikin û azadî û serbexwe ya kurdistanê hêviya me ye.
Li dawiyê de kandîdên lîsta partî bo ber hevbûyan xwe dane naskirin demê dibine nûnerên wan yên rasteqîne li perlemanê kurdistanê û cemawerê amadebû jî piştevaniya xwe bo lîsta partî (110) û kandîdên wî diyarkir.



__2014_06_17_h12m40s27__BA.jpg)
