Mehdî Xelîl: Divê dibistanên hevçerx li hemû gundan bihêne avakirin

Rojnama Evro/ Mehdî Xelîl Emîn Goran berbijarê hejmar 56 ji lîsta 110 ya partî dîmokiratî Kurdistan li parêzgeha Dihokê got, eger bawerî û şerefa perlemantariyê jilayê dengderan bo min bihête dan, sozê di dem ku xizmeta herêma Kurdistanê û hemû deverên wê bikem.
Mehdî diyarkir, bernamê min yê taybet di biwarê perwerdê daye ku çend xalên giring bixove digire jiwana min li bere sîstemê nû yê perwerdê pêşibêxim û bizava çareserkirina kêmasiyên heyin bikem bi taybetî dibiwarê sîstemê qutabxaneyên bineretî û amadeyî da weku rênimayên ezmûnan û biriwanameyan. Her wesa dirustkirina xwendingehên hevçerx li hemû gundan ku diguncay bin digel sîstemê nû û hulên kumpiyoterî û hulên biçûk bo werzşê û hunerî û kaftiriya têda hebin.
Gut jî, dê bizavê kem qutabyên derçûyên kulîja û peymangehan ewên akincî li devera me bihêne damezirandin weku mamosta, dîsa hewil û bizavên min dê diberdewam bin bo dabînkirina cihên akincîbûnê bo wan mamostayên li dûrî deverên xwe di damezirandî, dîsa divêt padaşta bo wan mamostayan bizivirînîn yên pila (miyarî) bidestiveynayin yên qunaxa amadeyî, û pêdivî ye damezirandina mamostayan li ser daxwaza rêveberiyên perwerdeyan be, dîsa dê bizavê kem kenalekê ragehandinê yê taybet bo wezareta perwerdê ve bihête vekirin û divêt berdewam xul bo rêveber û mamostayan bihêne vekirin li bihênivedana havînê da daku mamosta zêdetir şehreza bibe dibiwarên xwandinê da.
Sebaret başikirina xizmetgozariyan bo mamostayan, berbijarê hejmar 56 gut, dî hewldem qeriz û tirumbêl bihêne dan bi bihayên guncaw daku jiyan û jiyara mamostayan xoş bibe, her wesa hewlên min dê diberdewam bin bo dabînkirina tirumbêlên vegohastinê bo wan qutabyên ku xwendingehên amadeyî li gunda nebin widê hemû şiyanên xwe terxan kem daku gazinde û kêmukasiyên li deveran heyin bibeme dinava hola perlemanî da û li wêrê danustandinan li ser bikem digel endamên perlemanî bo dîtina çareseriyan.
Li dûr xizmetguzariyan dibêje, dê bi dirustî pwîtey bi rêk û piran dem daku hemû rêk bihêne girêdan bi qeza û nahî ye û gundan ve û pêdivî ye ew kêm û kasiyên dibiwarê saxlemiyê da heyin ji layê perlemantaran ve bihêne berçav kirin û çareserî bo bihêne dîtin û ya giring ewe divêt pwîtey bi rêkixirawên çalak û medenî bihête dan jibo çespandina dadiweriya civakî û bidestiveynana xizmetguzariyan bo xoşikirina jiyara welatiyan di hemû biwarên jiyanê da taybetî bo zêdekirina mûçeyên pêşimerge û xanenşînan û zîndaniyên siyasî û kesukarên şehîd û enfalkiriyan.
Berbijarê hejmar 56 gut jî, bo bicihînana van daxwaziyan û xoşikirina barê welatiyan, daxwazê ji mamosta û qutabiyan û pêşimerge û kirêkaran û afiretan û kesukarên şehîd û enfalkiriyan û hemû tex û çînan dikem ku dengî bidene lîsta 110 ya partî dîmokiratî Kurdistan.



__2014_06_17_h12m40s27__BA.jpg)
