9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên Giştî yên PDK

Li Zaxoyê Mesrûr Barzanî bi xelkê deverê re civiya

Çavkanî: KDP.info

Zaxo-KDP.info/ Di çarçoveya kempînên propagendeya hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de duhî endamê mekteb siyasiya Partiya Demokrat a Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî serdana devera Zaxoyê kir û bi xelkê Zaxo û derdorê re civiya.

 Di destpêka civîna han de birêz Mesrûr Barzanî bi minasebeta 52mîn salvegera destpê kirina şoreşa Mezin ya Eylûlê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî gelê Kurd kir û ragehand ku, şoreşa Eylûlê werçerxaneke gelek mezin û dîrokî bû bo gelê Kurd û bû sedema zindî bûna îradeya netewiya gelê Kurd.

 Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî kir û di vê çarçoveyê de behsa bernameya lîsteya 110 ya partiya demorkata Kurdistanê kir û ragehand ku, partiya demokrata Kurdistanê hewl bo sepandina pergaleke qanûnî û desthilateke qanûnî dide.

 Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku, Partiya Demokrat a Kurdistanê dixwaze paşerojeke geş û welateke awedan pêşkêşî nibişên nû bike.

 Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku, bernameya lîsteya 110 ya PDKê bernameyeke serdemiyaneye û armanca sereke ya vê bernameya han xizmet kirina welatiyên Kurdistanê û herwiha awedan kirina Kurdistanê ye.

Nûçeyên têkildar