9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên Giştî yên PDK

Şêx Edhem Barzanî serdana rêveberiya nahiya Sersinkê kir

Çavkanî: KDP.info

Sersinkê-KDP.info/ Diberdewamiya seredana xwede bo devera Amêdiyê û bo ji nêzîk haydarbûn dur rewşa deverê rêzdar şêx Edhem Barzanî endamê serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê digelda Ferîq Faruq berpirsê liqê18 seredana rêveberiya nahiya sersinkê kir û jilayê Muşîr Muhemed rêveberê nahiyê pêşwazî lê hatkirin li roja dûşembê rêkefta 9/9/2013 .

Di runştinekê de rêveberê nahiyê tîşik xistine ser kar û pirojên hatîn encamdan û yên dibiwarê bichînanê de û dîsan pirojên deverê pêtvî pê heye di biyavên cuda cuda de, rêveberê nahiyê tekez liser kertê geşt û guzarê kir û got çendîn pirojên giring dê li deverê bêne encamdan ji wan pirojekî mezin li Serê Garey û tilfrîk zêdebarî nwêjenkirina hotêla berî (Findq Hecrî) li Sersinkê bi kujmê pênç miliyar dînaran, dîsan amaje da hijmareka arîşên welatiya û jiwan arîşên erdê.

Ji layê xwe ve şêx Edhem Barzanî endamê serkirdayetiya partî û hinartê serokê herêmê destxweşî li rêveberê nahiyê kir û berhevbûna xwe diyarkir bo her karekê pêtvî jibo xizmeta welatiyan û dupatkir ku herdem rêzdar serokê herêmê dupatî liser xizmetkirina welatiyan û dabînkirina emin û asayiş û xizmetguzariyan bo welatiyan kiriye û ji ewlewiyatên cenabê wî ye

Nûçeyên têkildar