9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên Giştî yên PDK

Şêx Edhem Barzanî: Doza Kurd dozeka mezine di dirêjahiya dîrokê de hîna nehatiye çarekirin

Çavkanî: KDP.info

Qediş- KDP.info/ Diberdewamiya seredana xwede bo deverê duhî şêx Edhem Barzanî nunerê serok Barzanî û endamê serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û berpirsê mîhwerê qeza Amêdiyê di hewa bangeşa helbijartinan de bi amadebûna Ferîq Faruq berpirsê liqa18 yê partî û qaymqamê Amêdiyê û jimareka mezina berpirsên mîrî û hizbî û leşkerî dû simînar pêşkêşkirin, duhî roja dûşemê rêkefta 9/9/2013 li hola Bênata li kumelgeha Qedişê.

Simînara yekê bo rîhsipî û qutabî û law û jinan û berpirsên rêkxiraw û binka ji xelkê sînorê lijnên nafxwe yê Sersinkê, Bamernê û Amêdiyê, û smînara dûê bu fermanberên endam u layengirên partî l damudezgehên mîrî da.

Piştî berpirsê liqê bixêrhatina mêhvanan kirî daxwaz ji amadebûyan kir xulekek rawestiyan liser giyanê pakê şehêdan û serwerê wan Barzaniyê nemir û kak Idrîsê herdem sax rawestan, li dûvde her çwar kandîdên deverê (Elî Sipîndarî, Necat Nihêlî, Dr. Ebdula Casim Rêkanî, Ebdulselam Berwarî) xwe bo amadebûyan daniyasîn û kar û bernameyê xwe bo wan diyarkir.

Şêx Edhem Barzanî li destpêka simînara xwe rêz û silavên serok Barzanî gehandine xelkê deverê û paşan behsê dîroka gelê kurd kir û ew qunaxên kurd têda derbazbûn û diyarkir doza milletê kurd dozeke mezine di dirêjahiya dîrukê de hêşta di rojhelata navîn de maye û nehatiye çarekirin û herçwar dewletên cîran tanha di amadenînin dan pêdanê bi mafên vî gelî bikin.

Dîsan diyarkir ku, jiber wê zordariya bi ser milletê kurda hatî Barzaniyê nemir dest da şoreşê û dîrok şahide.


Zêdebarî evên li serî di simînara diwê de tekez liser rol û erkê fermanberan kir jibo xizmetkirina tevaya tex û çînê welatiyan û bi taybetî xêzanên serbilndên şehîd û Enfalkirî û pekeftî û pêşmergeyan û sereray diyarkirina baweriya xwe bi dilsozî û rijdiya fermanberan di karên xwede daxwaz jê kir bêtir di xemxurbin û hemî şiyanan terxan bikin bo karê xwe jiber ku hikûmet jiwan û xelkê ye û bo xelkê ye û bi serokatiya partî û kak Nêcîrvan Barzanî ye

Nûçeyên têkildar