Şêx Edhem Barzanî: Xelkê vê deverê bi xwîn û awarebûn bi kiryar derbirîn ji partiyatiya xwe kirne
Amêdiy KDP.info/ Rêzdar şêx Edhem Barzanî endamê serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û serperştê mîhwerê qeza Amêdiyê di hewa bangeşa helbijartinan de, bi berhevbûna hêja Ferîq Faruq berpirsê liqê 18 yê (PDK)ê digel hijmareka mamostayên aynî li sînorê liqê 18 civiya û simînarek pêşkêş kir li roja şemiyê rêkeftî 7/9/2013 li hola liqê.
Di simînara xwede birêz perpirsê mîhwerî meram ji hatina xwe bo deverê diyarkir ku ew jilayê serok Barzanî û serkirdayetiya partî bi vî karî hatiye raspardin û dupatkir ku cenabê wî gelek pêxweştir bû eger herdem yan bo mawekê dirêj berî helbijartinan û li dawiya helbijartinan li deverê karkirbû ne bitinê bo bangeşa helbijartinan, zêdetir xuyakir ku dibernamê wî de ye digel hemû tex û çînên civakê de bicive.
Li dûvde amaje bi rol û erkên mamosta û zanayên aynî da dinav civakê de, û daxwaz jê kir rastiyan bigehînin genc û law û hemû texên civakê, bo diyarkin ev tenahî û azadî û pêşkeftine çawan peyda bûne û kîja layene xebat bo kirî ku her ew lîste dê bikaribe xizmetên baştir pêşkêş ke belê bi piştevaniya xelkê xwe û dengdana wan bo lîsta (110), û amaje bi bernamê lîsta 110 de û bi bernamekê berfreh û tevgir wesfkir û dupatkir ku liser destê vê lîstê gorankariyên mezin dê bêne encamdan dibiwarê xuşguzeraniya xelkê de.
Derbarê layengirîa deverê tekez kir ku xelkê vê deverê bi xwîn û awarebûn û bi kiriyar derbirîn ji partîbûna xwe kirne, wan bi xwîn ev çende selmandiye û dilsoziya xwe bo Barzanî û Partî dupatkiriye û got hûn ew çiyane yên li pişt partî ne.
Derbarê bilndibûna hindek alayên aliyên din li deverê got her çende eve piroseseka dîmokrasiye û ramana azadiyê ye belê li heman dem cihê pirsiyar û te'ecubê ye û dibê şaşiyên xwe bixwî bin.
Dîsan got herçende sînorekî siruştî dinavbera vê deverê û devera Barzan de heye belê çi caran rûbarê şîn bi dirêjî û buşiya xwe neşiyaiye van herdû deveran ji yek cuda bike.
Li dûvde behsê peydabûna islama siyasî kir û bihara Erebî û ew hokarên bûne hewiyên rabûna xelkê li dijî desthelatan li çendîn welatan û careka dî li dijî hukmraniya Mursî li Misrê her çende wî xelkê bixwe îna bû ser desthelatê û xuyakir ku eva hizbên islamî dibêjn xizmeta dînî û milletê kurd nîne belku xizmeta hindek bîrubaweraye ku şikestin înaye.
Birêz Edhem Barzanî xuyakir ku li beramber hewên û wêrankirina kurdistanê û qirkirina xelkê wê bi Enfal û kîmiya baranê çi caran çi ji kesayetiyên navdar yan layenên siyasî yên islamî helwîst beramber newergirt û li dijî wênerawestan û ne gote Dedam yan xeyrî wî tu bo vê digel milletekê muslman dike, wek nimune amaje bi tawana li dijî hejarên gundê Rubuskî kir ku çendîn welatiyên kurdên sivîl û zarok têda hatin kuştin kesê çi rundik bo ne rêtin belê demê kiça yek ji serkirdên islamî yên Ereb li Misrê hatiye kuştin hindek berpirsên Turka bo digiriyan



__2014_06_17_h12m40s27__BA.jpg)
